4 Îşaya got: “Li qesra te çi dîtin?” Hîzqiya got: “Her tiştên di qesra min de heye dîtin, tiştek nema ku min ji xezîneyên xwe nîşanî wan neda.”
Heke wekî kesê gunehên xwe nixamtine, Min neheqiya xwe di dilê xwe de veşartibe,
Çaxê te çav berdayê, serwet namîne Çimkî baskan ji xwe re çêdike Û wekî teyrekî difire ezmanan.
Kesê neheqiyên xwe vedişêre, bi ser nakeve, Lê kesê li wan mikur tê û dev ji wan berdide, wê rehmê bibîne.
Îşayayê Pêxember hat ba Hîzqiyayê Padîşah û jê re got: “Van zilaman çi got? Ji ku derê hatine ba te?” Hîzqiya got: “Ji welatekî dûr, ji Babîlê hatine ba min.”
Îşaya ji Hîzqiya re got: “Li gotina Xudanê Karîndar guhdarî bike.
Ya çiyayê min ê li çolê! Ji ber gunehên te li seranserê welatê te, Ezê hemû mal û xezîneyên te bikim talan.
Yêşû ji Exan re got: “Lawo! Rabe Xwedayê Îsraêl Xudan birûmet bike û li xwe mikur were. Ji min re bêje ka te çi kiriye, ji min veneşêre.”
Lê eger em gunehên xwe eşkere bikin, ew dilsoz û rastîparêz e ku li gunehên me bibihûre û me ji her neheqiyê paqij bike.