7 Wê ev yek ji te re bibe nîşana Xudan ku tişta gotiye bike:
Min keskesora xwe kir nav ewran û wê di navbera min û erdê de bibe nîşana vê peymanê.
Hema wê rojê zilamê Xwedê nîşanek da û got: “Nîşana ku Xudan daye ev e: ‘Ev gorîgeh wê biqelişe û xweliya li ser wê belav bibe.’”
“‘Ya Hîzqiya, wê ev ji te re bibe nîşan: Hûnê îsal berhemê ji ber xwe derketî, Sala diduyan a pey çêbe bixwin. Sala sisêyan biçînin û hilînin, Rezan deynin û fêkiyên wan bixwin.
Hîzqiya gotibû: “Nîşana ku ezê herim Mala Xudan, wê çi be?”