6 Ezê te û vî bajarî ji destê Padîşahê Aşûrê rizgar bikim û vî bajarî biparêzim.
Ya xelkê Siyonê biqîre û şa be! Çimkî Pîrozê Îsraêl ê nav we mezin e.”
“‘Ezê ji bo xwe û ji bo xatirê xulamê xwe Dawid Vî bajarî biparêzim û rizgar bikim.’”
Lê Xudan li ba min rawesta û hêz da min, da ku bi saya min Mizgînî bi tevahî bê gotin û hemû milet bibihîzin. Îcar ez ji devê şêr rizgar bûm.