3 û got: “Ax, ya Xudan, lava dikim bîne bîra xwe ku çawa bi te re bi dilsozî û bi tevahiya dilê xwe meşiyam û tiştên di çavê te de qenc in kirin.” Piştre Hîzqiya bi dilekî şewat giriya.
Wê Xudan vê gotina xwe ya li ser min bike: ‘Heke ziriyeta te, bi tevahiya dilê xwe û bi tevahiya canê xwe, miqateyê riya xwe be û bi dilsozî bi min re bimeşe, wê ji ziriyeta te mirovê li ser textê gelê Îsraêl kêm nebe.’
“Silêmano! Ya kurê min! Xwedayê bavê xwe nas bike. Bi yek dilî û canê bibiryar xulamiya wî bike. Çimkî Xudan lêkolîna tevahiya dilan dike. Hemû niyet û fikran fêm dike. Heke tu lê bigerî, wê xwe bide dîtin. Lê heke tu dev ji wî berdî, wê heta hetayê te red bike.
Gava Ezra li ber Mala Xwedê bi girîn xwe diavêt erdê, dua dikir û li gunehên xwe mikur dihat, komeke mezin ji jin, mêr û zarokên gelê Îsraêl li dor wî civiyan. Gel jî gelekî giriya.
Min emir da Lêwiyiyan ku ji bo Roja Septê pîroz bikin, xwe paqij bikin, werin û li ber dergehan bisekinin. Ya Xwedayê min, ji bo vê yekê jî min bi bîr bîne û bi dilovaniya xwe ya mezin li ber min bikeve.
Pesindana me ev e: Wijdana me şahidiyê dike ku em bi sadebûnî û dilpakiya ku ji Xwedê tê, di dinyayê de û hê bêtir li ber we rêve çûn. Ev jî ne bi şehrezayiya mirovî, lê bi kerema Xwedê bû.
Ya ku di çavê Xudan de rast û qenc e bikin ku qencî bi we bê kirin û hûnê herin wî welatê qenc ê ku Xudan ji bav û kalên we re sond xwaribû, wî bikin milk
Îsa di jiyana xwe ya li ser erdê de bi gazî û hawar, bi hêstirên çavan dua û lavan pêşkêşî wî kir, ku dikarî ew ji mirinê xilas bikira û ji ber xwedêtirsiya xwe hatibû bihîstin.
Çimkî Xwedê ne bê dadperwerî ye ku kirinên we, xizmeta ku we ji pîrozan re kiriye û hûn dikin û ew hezkirina ku we ji bo navê wî nîşan daye, ji bîr bike.