Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 38:18 - Kurmanji Încîl

18 Çimkî diyarê miriyan ji te re spas nake, Mirin pesnê te nade. Kesên ketin çala mirinê Hêviya xwe bi dilsoziya te ve girê nadin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 38:18
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ya Xudan, ez gazî te dikim, Ey zinarê min, tu negire gohê xwe li min; Eger tu gohê xwe nedî min, Ezê bibim wek wanên ku dişeqitin gorê.


«Eger dakevim gorê, Bi kêrî çi tê xwîna min? Ma ax ji bo te dibe spasdar, Ji bo dilisoziya te dibe agahkar?


Kes te bibîr nayne ji nav miriyan, Wê kî şikir bike ji te re ji diyarê miriyan?


Ji nalîna xwe ez westiyam, Ji girî her şev şil e doşeka min, Ji hêsrên çavan şil dibe nivîna min.


Kesê xerab bi xerabiya xwe xera dibe, Lê di mirinê de jî sitargeha rastan heye.


Ji bo xebatê her çi bi destê te bikeve, tu bi hemû hêza xwe wê bike. Çimkî li diyarê miriyan ê ku tu diçî kar û şêwir, zanabûn û şehrezayî tuneye.


Ew û hemû tiştên wan bi saxî ketin diyarê miriyan. Erdê, ew nixamtin û di nav civakê de tune bûn.


Îcar evên ha wê herin ezaba herheyî, lê yên rast wê herin jiyana herheyî.»


Lê zarokên Padîşahiyê wê bên avêtin nav tariya derve û wê li wê derê bibe girîn û qirçîna diranan.»


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ