17 Va ye, ev dilnexweşiya min a zêde Ji bo aştiya min bû. Te ji canê xwe hez dikir Û te ez ji çala rizîbûnê xilas kirim. Çimkî te hemû gunehên min avêt pişt guhê xwe.
Wê tu kes êdî hînî bira û cîranê xwe neke û nebêje: ‘Xwedayê xwe nas bike!’ Çimkî ji biçûkan heta mezinan, Wê hemû min nas bikin.” Ev e gotina Xudan. “Çimkî ezê neheqiyên wan bibexişînim Û êdî ezê gunehên wan bi bîr neyînim.”