14 Wekî hechecikê, wekî qulingê, Çîveçîva min bû. Wekî kevokê ez naliyam. Çavê min ji nêrîna jor westiya. Ya Reb, zilmê li min dikin, Tu bibe parêzvanê min.
“Xwedêyo bi xwe bibe kefîlê min! Gelo kî heye dest bavêje min?
Ez bi çeqelan re bûm bira Û ji kundan re bûm heval.
Çavê min li riya sozên ku te dane, qetiya, Ez dipirsim, «Ma tê kîngê xemên min birevînî?»
Zû bersîv bide min, ya Xudan, Ruhê min derdikeve. Ruyê xwe ji min nenixême, Da ku ez nemînim, yên ku dadikevin gorê.
Li min baş gohdarî bike, bersîv bide min. Ez şaş bûme, min aciz dikin fikrên min.
Ez westiyam ji feryadê, Gewrî li min ziwa bû; Li benda Xwedê, Çavên min tefiyan.
Em hemû wekî hirçan dikin miremir, Wekî kevokan pir dinalin. Em li hêviya edaletê ne, lê tuneye. Em li hêviya rizgariyê ne, lê ji me dûr e.
Ji ber bendemayîna badilhewa, roniya çavê me tefiya, Em beredayî li hêviya miletekî me rizgar neke man.
Ferman pêk hat, Bajar sirgûn bû û hat birin. Xizmetkarên bajêr wekî kevokan şînê dikin Û li singê xwe dixin.
Nînewa bû wekî hewza ji avê vala dibe. Dibêjin: “Bisekinin, bisekinin!” Lê tu kes li pişt xwe nazivire.
Bi vî awayî Îsa bûye kefîlê peymaneke hê çêtir.