12 Mala min wekî konê şivanan Ji min hate hildan û rakirin. Min jiyana xwe wekî tevinkarekî pêça, Xudan ez ji tevnê birîm. Şev û roj tu dawiya min tînî.
Em dizanin, eger mala me, yanî konê me yê dinyayî hilweşe, li ezmanan ji Xwedê avahiyeke me, maleke me ya herheyî ya ku bi dest nehatiye çêkirin, heye.
Çimkî em ên ku di vî konî de ne, em di bin barekî giran de axînan dikişînin. Em naxwazin vî ji xwe bikin, lê belê em dixwazin di ser re li xwe bikin, da ku tiştê mirindar ji aliyê jiyanê ve bê daqurtandin.