Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 38:10 - Kurmanji Încîl

10 Min got: “Ezê di nîvê rojên xwe de Di dergehê diyarê miriyan re derbas bim. Ezê ji salên xwe bêpar bim.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 38:10
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Qey hêza min çi ye ku ez bisekinim? Dawiya min çi ye ku ez sebir bikim?


Ya Xwedê, bi bîr bîne ku jiyana min hilmek e, Wê çavê min careke din qenciyê nebîne.


Min got, «Ey Xwedayê min, di nîvê rojên min de tu min nestîne! Salên te, dewran bi dewran dajon!


«Te ji berê ve bingeha dinyayê danî, Ezman jî karên destê te ne.


Dilê wan ji hemû xwarinan li hev diket, Nêzikî deriyên mirinê dibûn.


Ji Xudan hez bikin, ey hûn evdên wî yên dilsoz! Xudan yên dilsoz diparêze, Bi zêdebarî ji heqê pozbilindan tê der.


Ji bo xebatê her çi bi destê te bikeve, tu bi hemû hêza xwe wê bike. Çimkî li diyarê miriyan ê ku tu diçî kar û şêwir, zanabûn û şehrezayî tuneye.


Di wan rojan de Hîzqiya nexweş ket û li ber mirinê bû. Îşayayê Pêxemberê kurê Amots hat ba wî û got: “Xudan wiha dibêje: ‘Wesiyetê li mala xwe bike, çimkî tê bimirî. Tê baş nebî.’”


Nivîsa Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê ev e ku piştî ji nexweşiya xwe şifa dît:


Ez daketim binê çiyan, Dinya, her û her li ser min hat radan. Lê ya Xwedayê min Xudan, Te canê min ji çalê rizgar kir.


Bi rastî, fikra ku cezayê mirinê li ser me hatiye dayîn, hat dilê me. Ev çêbû, da ku em ne li xwe, lê li Xwedayê ku miriyan radike ewle bin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ