26 “‘Ma te nebihîst Ku ji gelek demên berê ve min ev kifş kiribû? Ji demên qedîm ve min ev pîlan kiribû. Niha min ev pêk anî. Wêrankirina bajarên bisûr, Bila bibe karê te.
Ma bivir dikare bi yê ku pê dibire, Pesnê xwe bide? Ma birek dikare li ber yê ku pê dibire, Berziya xwe nîşan bide? Gelo gopal dikare, Kesê ew hildide bihejîne? Yan jî dar dikare Yê ne dar bilind bike?
Çimkî hin mirovên nepak ên ku kerema Xwedayê me bi bêedebiyê diguherin û Mîrzayê me yê tenê Xudanê me Îsa Mesîh înkar dikin, bi dizî ketin nav we. Ew ji berê ve ji bo vê dîwanê hatine destnîşankirin.