Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 37:24 - Kurmanji Încîl

24 Bi riya xulamên xwe Te tinazên xwe bi Reb kir û got: Ez bi gelek erebeyên şer re Çûm serê çiyayên bilind, Gihîştim serê bilindciyên Lubnanê. Min darên bilind ên sedrê Darên bijare yên çaman birîn. Ez çûm dera herî bilind Ez çûm daristana herî gur.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 37:24
21 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Hin bi erebên xwe yên şer, Hin bi hespên xwe pesnê xwe didin. Belê em navê Xudan Xwedayê xwe hildidin.


Dijmin got: “Ezê bidim pey wan û wan bigirim. Ezê talên parve bikim, Dilê xwe bi wan rihet bikim. Şûrê xwe derînim Bi destê xwe wan biqewitînim.”


Wê rûmeta daristan û bexçeyên wê yên berdar, Heta can û bedena wê telef bibe, Çawa ku nexweşek dihele.


Va ye Reb Xudanê Karîndar, Wê çiqlan bibire ku bi dengekî tirsdar li erdê bikevin. Wê bejinbilind bên birîn û pozbilind nizim bibin.


Wê derên gur ên daristanê bi biviran bibire, Wê Lubnan bi saya yê Karîndar bikeve.


Ji ber helakbûna te çam şa dibin, Darên sedrê yên Lubnanê jî dibêjin: “Ji roja ketina te ve, Êdî tu kes nayê me nabire.”


Ma wê di demeke nêzîk de Lubnanê nebe axeke bi ber? Ma wê zeviyeke bi ber nebe daristan?


Gava ji bo erebeyên şer û siwaran bi Misriyan ewle bibî, tê çawa xulamên herî biçûk ên xweyê min têk bibî?


Belkî Xwedayê te Xudan, gotinên fermandarê ku xweyê wî Padîşahê Aşûrê ew şandî û pê Xwedayê Jîndar tinazên xwe kirin, bibihîze û ji ber van gotinan wî ceza bike. Divê tu ji kesên me yên mayî re dua bikî.’”


Çimkî li dijî maliyên Padîşahê Cihûdayê Xudan wiha dibêje: “Tu ji min re wekî Gîladê yî, Wekî bilindciyên Lubnanê yî. Lê ezê bi rastî te bikim berî û bajarên bêkes.


Ezê li dijî te xerabkaran amade bikim Ku çekê her yekî di destê wî de ye. Wê darên te yên sedrê yên bijare jêkin Û bavêjin nava êgir.


Ew Misir e ku wekî Nîlê radibe Û wekî çeman ava wê dibe lehî. Wî got: ‘Ezê rabim û erdê binixêmim, Ezê bajar û şêniyên wan tune bikim.’


Wî got: “Va ye Babîl! Ew Babîla ku min ji bo rûmet û berziya xwe, bi hêza xwe ya mezin ji bo paytextiya padîşahiya xwe ava kir!”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ