Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 37:21 - Kurmanji Încîl

21 Îşayayê kurê Amots ji Hîzqiya re xeber şand û got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Ji ber ku te li ser Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê ji min re dua kir,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 37:21
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Di wê navberê de yekî ji Dawid re got: “Ahîtofêl di nav fesadên alîgirên Avşalom de ye.” Li ser vê yekê Dawid wiha dua kir: “Ya Xudan şêwra Ahîtofêl vala derxe.”


Dema Ahîtofêl dît ku şîreta kiriye pêk nehatiye, kerê xwe palan kir, berê xwe da bajarê xwe û çû malê. Piştî ku tevdîra mala xwe kir, xwe xeniqand. Rabûn wî di gora bavê wî de veşartin.


Di çardeh saliya padîşahiya Hîzqiyayê Padîşah de Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê li dijî hemû bajarên bisûr ên Cihûdayê derket û ew standin.


Tê jê re duayê bikî Û wê guh bide te. Tê sozên xwe pêk bînî.


Ewê bangî min bike, ezê wî bibersivînim, Di tengahiyê de li ba wî bimînim, Ezê wî azad kim, berziyê jê re bînim.


Wî Êlyaqîmê berpirsê qesrê, Şevnayê nivîsende û kahinên mezin ku çûx li wan bû, şandin ba Pêxember Îşayayê kurê Amots.


Wî çaxî gava hûn bikin gazî, Wê Xudan bersiva we bide. Hûnê bikin hewar Û wê bêje: ‘Va me ez!’ “Heke hûn nîr, Nîşandana tiliya xwe Û gotina xerab ji nava xwe rakin,


Beriya ew gazî min bikin, Ezê bersiva wan bidim, Gava ew hê diaxivin, ezê bibihîzim.


Piştî ku wan dua kir, dera ku lê civiyabûn hejiya, ew hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û peyva Xwedê bi ziravî digotin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ