6 Va ye tu bi Misrê ewle yî. Lê kesê xwe bispêre vê şiva ji qamîşê şikestî, wê şiv di destê wî re here û qul bike. Firewnê Padîşahê Misrê, ji her kesê pê ewle ye re wisa ye.
Padîşahê Aşûrê li dor Hoşêya xayîntî dît. Çimkî Hoşêya ji Soyê Padîşahê Misrê re qasid şandibûn û baca xwe ya ku divê her sal bida jî neda Padîşahê Aşûrê. Loma wî ew girt û avêt girtîgehê.
Va ye tu niha bi Misrê ewle yî. Lê kesê xwe bispêre vê şiva ji qamîşê şikestî, wê şiv di destê wî re here û qul bike. Firewnê Padîşahê Misrê, ji her kesê pê ewle ye re wisa ye.
Wey li wan ku ji bo alîkariyê diçin Misrê, Xwe dispêrin hespan. Ji ber ku pir in, bi erebeyên hespan, Ji ber ku pir hêzdar in, bi siwaran ewle ne. Lê li Pîrozê Îsraêl nanêrin, Li Xudan nagerin.
Lê Misrî mirov in, ne Xwedê ne! Hespên wan jî goşt in, ne ruh in! Gava Xudan destê xwe dirêj bike Wê alîkar biterpile, Kesê alîkariyê distîne jî dikeve. Tev bi hev re telef dibin.