3 Êlyaqîmê kurê Hîlqiyayê ku berpirsê qesrê bû, Şevnayê nivîsende û Yoahê dîroknivîsê kurê Asaf, çûn pêşwaziya wî.
Gava Aşûriyan gazî padîşah kir, Êlyaqîmê kurê Hîlqiyayê ku berpirsê qesrê bû, Şevnayê nivîsende û Yoahê dîroknivîsê kurê Asaf, çûn pêşwaziya wan.
Êlyaqîmê kurê Hîlqiyayê berpirsê qesrê, Şevnayê nivîsende, Yoahê dîroknivîsê kurê Asaf, kincên xwe çirandin, hatin ba Hîzqiya û gotinên fermandar jê re gotin.