Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 36:18 - Kurmanji Încîl

18 Bila Hîzqiyayê ku dibêje wê Xudan me rizgar bike we nexapîne. Gelo ji îlahên gelan, heta niha kîjan îlah welatê xwe ji destê Padîşahê Aşûrê rizgar kiriye?

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 36:18
25 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ew ku «Em bi zimanê xwe serdest derdikevin, Lêvên me yên me ne, Kî efendiyên me ne?» dibêjin.


Min çi anîbe serê Sameryayê û îlahên wê, Ma ezê neyînim serê Orşelîm û pûtên wê jî?”


Lê Padîşahê Aşûrê wiha nafikire, Şêwra xwe wiha nake. Di dilê wî de tenê tunekirin heye Û miletên ku dixwaze wan helak bike, Qet ne kêm in.


Ma ez bêyî destûra Xudan rabûm ku vî welatî xera bikim? Na! Xudan ji min re got: ‘Li dijî vî welatî rabe û xerab bike.’”


Hîzqiyayê ku dibêje: Wê Xudan me esse rizgar bike û wê ev bajar nekeve destê Padîşahê Aşûrê, bila neke ku hûn bi Xudan ewle bin.


Paşê ezê bêm û we bînim welatekî nû yê wekî welatê we, welatekî şerab û dexil e, welatê nan û rêz e.


Heke tu ji min re bêjî: Em bi Xwedayê xwe Xudan ewle ne. Ez dibêjim: Ma ew ne ew îlah e ku Hîzqiya bilindciyên perizînê û gorîgehên wî tune kirin?! Ma wî ji gelê Cihûda û Orşelîmê re negot: Divê hûn li ber vê gorîgehê biperizin’?!


“Ji Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê re bibêjin: ‘Bila Xwedayê tu pê ewle yî û dibêje wê Orşelîm nekeve destê Padîşahê Aşûrê, te nexapîne.


Te bihîstiye ku padîşahên Aşûrê çi anîne serê hemû welatan û çawa bi tevahî tune kirine. Ma tê rizgar bibî?


Belkî Xwedayê te Xudan, gotinên fermandarê ku xweyê wî Padîşahê Aşûrê ew şandî û pê Xwedayê Jîndar tinazên xwe kirin, bibihîze û ji ber van gotinan wî ceza bike. Divê tu ji kesên me yên mayî re dua bikî.’”


Gava hûn dengê boriyê, neyê, lîrê, qanûnê, çengê, defê û dengên her cure amûrên muzîkê bibihîzin, hûn deverû herin erdê û biperizin gelek baş e! Lê heke hûn neperizin, hûnê yekser bên avêtin nav tenûra sincirî! Wî çaxî emê bibînin, wê kîjan îlah we ji destê min rizgar bike?”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ