16 Guhdariya Hîzqiya nekin.’ Çimkî Padîşahê Aşûrê wiha dibêje: ‘Teslîm bibin, werin xwe bavêjin bextê min. Bila niha herkes ji mêwa xwe û ji darhejîra xwe bixwe û ji bîra xwe avê vexwe.
Ji bîr nekin bêjin: ‘Va ye Aqûbê xulamê te li pey me tê.’” Çimkî Aqûb ji xwe re got: “Ezê wî bi van diyariyan nerm bikim. Paşê, çaxê ez wî bibînim, belkî ew min qebûl bike.”
Ji kerema xwe, vê diyariya ku min ji te re aniye qebûl bike. Çimkî Xwedê li min hat rehmê û her tiştê min heye.” Ji ber ku Aqûb pir bi ser ve çû, Esaw qebûl kir.
Guhdariya Hîzqiya nekin.’ Çimkî Padîşahê Aşûrê wiha dibêje: ‘Teslîm bibin, werin xwe bavêjin bextê min. Bila niha herkes ji mêwa xwe û ji darhejîra xwe bixwe û ji bîra xwe avê vexwe.
Naeman û zilamên xwe vegeriyan ba zilamê Xwedê. Hat li pêşiya wî sekinî û got: “Va ye, niha ez êdî dizanim ku Xwedê li tevahiya dinyayê tuneye, tenê li welatê Îsraêl heye. Ez lava dikim, ji vî xulamê xwe xelatekê qebûl bike.”
Loma min pêwist dît ku ez ji birayan hêvî bikim ku ew pêşî bên ba we û diyariya we ya ji pêşî ve sozdayî, hingê berdest be. Wisa ku diyariya we, ne ji mecbûrî, lê wek diyariya dilxwaziyê amade be.
Rîspiyên bajêr jê re got: “Ji bo ku em qasidan bişînin seranserê welatê Îsraêl, heft rojan wext bide me. Heke kesekî me rizgar bike dernekeve, îcar emê teslîmî te bibin.”