4 Wê hemû nexşên ezmanan birizin, Wê ezman wekî lûlikên nivîsê bên pêçan. Wê hemû nexşên ezmanan biçilmisin, Wekî pelê mêwê biçilmise, Wekî fêkiyê darhejîrê diçilmise.
Li ezmanan binêrin, Li jêr, li erdê jî çavên xwe vekin. Çimkî wê ezman wekî dûyê belav bibin Û erd wekî pertalan kevin bibe. Wê şêniyên wê jî wekî mêşan bimirin. Lê wê rizgariya min herheyî be Û rastiya min neyê şikandin.
«Di pey tengahiya wan rojan de, di cih de, Roj wê tarî bibe, Û heyv ronahiya xwe nede, Stêr wê ji ezmên bikevin. Û rojgêranên ezmanan wê ji riya xwe derkevin.
Û milyaketê çaran li boriyê xist, sêyeka rojê, sêyeka heyvê û sêyeka stêran derb standin, wisa ku sêyeka wan tarî dibû, sêyeka rojê û sêyeka şevê jî bê ronahî dima.