16 Di nivîsa Xudan de lê bigerin bixwînin û lê bikolin. Wê tu tiştek ji van kêm nemîne, Wê hemû heywan nêr û mê cot bibin. Çimkî devê Xudan emir kir, Ruhê wî ew civandin.
Va ye, ezê li ser rûyê erdê tofanê rakim û hemû jîndarên di bin ezmanan de ku hilma jiyanê bi wan re heye tune bikim. Wê her bedena li ser rûyê erdê helak bibe.
Çavên xwe bidin bilindciyan û bibînin! Ma kê ev afirandin? Yê ku artêşa stêran dertîne Û bi navê wan gazî her yekî ji wan dike. Ji ber mezinahiya taqeta wî, Ji ber hêza wêrekiya wî, Yek ji wan jî kêm nabe.
Wê gavê wê dilê te bi Xudan xweş be, Ezê te derxim derên bilind ên dinyayê. Ezê mîrasa Aqûbê bavkalê te Bi te bidim xwarin.” Çimkî devê Xudan wiha gotiye.
Li ser vê yekê kesên ji Xudan ditirsiyan bi hev re axivîn. Xudan bihîst û guhdarî kir. Ji bo kesên ji Xudan ditirsin û qedrê navê wî digirin, li ber wî nivîseke bîranînê hate nivîsandin.
Îcar gava gelek xerabî û tengasî hatin serê wan, wê ev stran li ba wan şahidiyê bike. Çimkî wê ji devên ziriyeta wan neyê jibîrkirin. Hê beriya ku ez wan bînim vî welatê ku min ji wan re sond xwaribû, min dizanibû çi pîlan dikin.”
Divê ev Nivîsa Şerîetê ji devê te nekeve, ji bo ku tu bi baldarî ya ku tê de hatiye nivîsandin pêk bînî, tê bi şev û roj li ser wê kûr bifikirî. Wî çaxî wê riya te vebe û tê bi ser bikevî.
Bi vî awayî peyva pêxemberîtiyê ji me re hê bêtir qayîm hat deranîn. Heta ku sibe zelal bibe û stêrka sibê di dilê we de derkeve, wek çiraya ku di tariyê de ronahî dide, hûnê qenc bikin ku hûn bala xwe bidin peyvên pêxemberîtiyê.