4 Çawa kulî zeviyan talan dikin, Wê malê we jî wisa bê talankirin. Wê wekî koma kuliyan, bavêjin ser we.
Werîsên gemiyên te sist bûn. Nikarin binê singê zexim bikin Û babirkê vekin. Wê gavê wê talanê mezin bê parvekirin, Wê kulek jî bişelînin.
Ji ber dengê xirecirê gel reviyan, Gava tu rabûyî milet belav bûn.
Xudan berz e, Çimkî li jor rûdine. Siyonê bi heqî û edaletê tije dike.
Tişta ji ber kuliyan ma, kuliyên din xwar, Tişta ji ber wan ma, koma sisêyan xwar Û tişta ji ber wan jî ma koma çaran xwar.
Ezê bergîdana wan salan bidim Ku kuliyên pêşî, duyemîn, sêyemîn û çaremîn xwarin Ku min şandibûn ser we.
Li pêş wan agir dadiqurtîne, Li paş wan pêta êgir dişewitîne. Li pêş wan welat wekî Bexçeyê Êdenê ye, Li paş wan wekî beriya bêkes e. Tu tişt ji destê wan rizgar nabe.
Di nav bajêr de dilezînin, Dibezin ser sûran. Hildikişin ser malan, Wekî dizan di kulekê re dikevin hundir.