3 Lê Misrî mirov in, ne Xwedê ne! Hespên wan jî goşt in, ne ruh in! Gava Xudan destê xwe dirêj bike Wê alîkar biterpile, Kesê alîkariyê distîne jî dikeve. Tev bi hev re telef dibin.
wê Padîşahê Aşûrê jî Misriyan wekî êsîran û Kûşiyan wekî sirgûnbûyî, ji ciwanan heta pîran, tazî, pêxwas û bi awayê qûntazî bide meşandin ku Misir şermezar bibe.
Wê rojê wê mirovên li vê keviyê rûdinin bibêjin: ‘Binêrin çi hat serê kesên em bi wan ewle bûn! Ew kesên em ji ber Padîşahê Aşûrê ji bo alîkarî û rizgarbûnê reviyan ba wan. Emê çawa bifilitin?’”
We got: ‘Na! Emê li hespan siwar bibin û birevin.’ Belê hûnê bi rastî jî birevin. We got: ‘Emê li hespên beza siwar bibin.’ Belê kesên dane pey we jî wê lingsivik bin.
Va ye tu bi Misrê ewle yî. Lê kesê xwe bispêre vê şiva ji qamîşê şikestî, wê şiv di destê wî re here û qul bike. Firewnê Padîşahê Misrê, ji her kesê pê ewle ye re wisa ye.
Loma wê Reb bi xortan şa nebe Û li ber sêwî û jinebiyan nekeve. Çimkî hemû xwedênenas û xerabkar in, Her dev ehmeqiyê dike. Dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.