26 Roja ku Xudan şikestiyên gelê xwe pêça Û birîna bi lêxistina xwe çêkiriye qenc kir, Wê ronahiya heyvê wekî ronahiya rojê bibiriqe. Wê ronahiya rojê heft qat be, Wekî ronahiya heft rojan.”
Wê heyv şermezar bibe, Wê roj sor bibe. Çimkî wê Xudanê Karîndar Li Çiyayê Siyonê, Li Orşelîmê padîşahiyê bike. Wê li pêş rîspiyên xwe Rûmeta xwe nîşan bide.
Şikandina wî wê bibe wekî kafika cerçêker Ku tu kes li ber wî nekeve û perçe dibe. Bi perçeyekî wê, Wê nikaribin ji tifikê pariyek êgir, Ji bîrê jî qurtek av derxin.”
“Min riyên wan dîtin, lê ezê şifayê bidim wan. Ezê rêberiya wan bikim. Ezê bi teseliyê bergîdana wan bidim, Kesên ji wan şînê dikin jî ezê teselî bikim.
Ruhê Reb Xudan li ser min e, Çimkî Xudan ez kifş kirim. Wî ez şandim ku mizgîniyê bidim bindestan, Birîna dilşikestiyan bipêçim, Azadiyê ji êsîran re Û vebûna zîndanê ji girtiyan re diyar bikim,
Ez ji bo te çi bêjim? Ya Orşelîma keç, ez dirûvê te bi çi bixim? Siyona keça xama, ez te bişibînim çi ku teselî bikim? Şikestina te wekî deryaya bêserî ye, Ma kî dikare şifayê bide te?
Wê rojê wê Xudan şêniyên Orşelîmê biparêze. Wê rojê wê kesê di nav wan de herî sist, wekî Dawid be. Mala Dawid jî wekî Xwedê be, wekî milyaketê Xudan be ku li pêşiya wan be.
Hûn kesên ku ji navê min ditirsin! Wê tava rastiyê li ser we derkeve ku bi tîrêjên xwe şifayê tîne. Çawa ku golikê ji axurê dipengizin, hûnê rabin herin.
“‘Bibînin ku ez, ez ew im, Ji xeynî min Xwedê tuneye! Ez dikujim, ez vedijînim, Ez birîndar dikim, ez sax dikim Û kesê ji destê min rizgar bike tuneye.