22 Wî çaxî hûnê pûtên xwe yên bi zîvê kiraskirî Û pûtên xwe yên bi zêr rijandî Qirêj û mirdar bikin. Hûnê wan wekî tiştekî pîs bavêjin Û ji wan re bêjin: ‘Biqeşitin!’
Loma wê sûcê Aqûb bi vê bê bexişandin, Wê tevahiya berê rakirina gunehên wan wiha pêk bê: Wê hemû kevirên gorîgehê, Wekî kilsa kutayî biperçiqîne. Êdî wê ne pûtekî Aşêrayê Ne jî gorîgehên bixûrê li ser piyan bimînin.
Kesên ku zêr ji kîsikê vala dikin Û zîv di mêzînê de dikişînin, Bi destmiza xwe zêrker digirin. Ew jî, ji vê îlahekî çêdike, Deverû diçin erdê û diperizinê!
Siyon destên xwe vedike, Lê tu teselîkarê wê tuneye. Xudan li dijî Aqûb emir kir Ku kesên derdorê jê re bibin neyar. Orşelîm di nav wan de bû kirêtiyek.
Kinc û qumaşên hirî, kitan û hemû tiştên çermîn ku tê de kûfik bê dîtin, wê ji aliyê kahin ve bên şewitandin. Çimkî ev kûfikeke bêderman e. Wê bê şewitandin.
Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Wê rojê ezê ji welêt navê pûtan rakim. Wê careke din navê wan neyê bibîranîn. Ezê pêxemberên derewîn û ruhê qirêjî ji welêt dûr bixim.
Hûnê pûtên îlahên wan bişewitînin. Hûnê çav bernedin zêr û zîvên ser wan û ji bo xwe hilnedin. An na hûnê bikevin dafikê. Çimkî ev ji Xwedayê we Xudan re kirêt in.
Û cenawir û pêxemberê derewîn bi wî re, bi hêsîrtî hatin girtin. Pêxemberê derewîn ew bû ku li ber cenawir nîşanên mezin dikirin û bi wan nîşanan ew ên ku deqa cenawir distandin û ji sûretê wî re diçûn ser çokan, dixapandin. Ev herduyên ha sax hatin avêtin nav gola êgir a ku bi kewkurtê dişewite.