14 Şikandina wî wê bibe wekî kafika cerçêker Ku tu kes li ber wî nekeve û perçe dibe. Bi perçeyekî wê, Wê nikaribin ji tifikê pariyek êgir, Ji bîrê jî qurtek av derxin.”
Gava guliyên wê hişk bibin, Wê bên jêkirin. Wê jin werin û wan bişewitînin. Çimkî ev gel fêm nake. Loma wê afirandarê wan Li ber wan nekeve, Yê ku şikil daye wan, Wê rehmê li wan neke.
Roja ku Xudan şikestiyên gelê xwe pêça Û birîna bi lêxistina xwe çêkiriye qenc kir, Wê ronahiya heyvê wekî ronahiya rojê bibiriqe. Wê ronahiya rojê heft qat be, Wekî ronahiya heft rojan.”
“Va ye, ew wekî pûşê ne, Wê agir wan bişewitîne. Wê nikaribin canê xwe ji destê pêtê rizgar bikin. Wê ev agir, ne ji bo xwegermkirinê teraf be Û ne jî, ji bo li ber rûniştinê be.
Xudan dibêje: “Ezê neheqiyên we Û neheqiyên bav û kalên we bidim we. Çimkî wan li serê çiyayan bixûr pêxistin Û li ser giran tinazê xwe bi min kirin. Loma ezê karên ku kirine bînim serê wan.”
Ezê wan, bav û kuran li hev bixim û bipelixînim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê li ber wan nekevim û wan ji cezakirinê neparêzim. Gava ez wan xera dikim, ezê li wan neyêm rehmê.’”
Wê Xudan nexwaze kesekî wiha bibexişîne. Wê hêrs û xîreta Xudan wekî dûyê li dijî wî bilind bibe û hemû naletên di vê nivîsê de hatiye nivîsandin bên serê wî. Wê Xudan navê wî ji ser rûyê erdê rake.