4 Ezê zarokan ji wan re bikim serwer, Wê zarokên biçûk serweriya wan bikin.
Ya welato, wey li halê te, Gava padîşahê te mîna zarok be Û serekên te serê sibê ziyafetê bidin.
Zarok in zordarên gelê min, Jin serweriya wan dikin. Ya gelê min! Rêberên te, Te ji rê derdixin. Rêçikên tu lê dimeşî tevlihev dikin.
Xudan got: “Madem keçên Siyonê pozbilind in, stûyê xwe dirêj dikin, çav dişikênin û diçin, xirxalên lingên wan dikin şingînî, xwe dihejînin û rêve diçin,
Serpêncî û zilamê rûmetdar Şêwirmend û sêrbazê şehreza, Remildarê pispor radike.
Hêrsa Xudan li dijî Orşelîm û Cihûdayê ewqas rabû ku wî ew ji çavê xwe avêtin. Sîdqiya li dijî Padîşahê Babîlê serî rakir.