24 Wê di şûna bêhna xweş de bêhna pîs, Di şûna piştênkê de benik, Di şûna lûrelûra keziyan de serê keçel, Di şûna cil û bergên bixemil de çûx, Di şûna bedewiyê de daxkirin hebe.
Dema kîjan keçikê dihat, derdiket hizûra Ahaşwêroşê Padîşah. Lê divê duwanzdeh mehên keçikê derbas bibûna ku di wê demê de keçik dihat amadekirin. Ji bo her keçikê, şeş mehan rûnê mûrê, şeş mehan jî bêhnên xweş û misk li wan dihatin kirin.
“Ya Heşbon, bizare! Bajarê Ayê wêran bû. Ya keçên Rabbayê, bikin hewar! Çûx li xwe bikin û şînê bikin, Li nav sûrên xwe virde wêde diçin û tên. Çimkî wê Molek bi kahin û karmendên xwe re here sirgûnê.
Ya gelê min ê delal! Çûx li xwe bike Û xwe di nav xweliyê de bigevizîne. Çawa tu şîna kurê xwe yê yekta dikî, Wisa jî bi şewat li xwe bixe. Çimkî wê xerabkar jinişkave bi ser me ve bê.
ezê we wiha ceza bikim: Ezê sawê bînim ser we. Ezê ta û werema ku ronahiya çavan ditefîne û canê we dixwe bînim ser we. Hûnê tovên xwe beredayî biçînin, çimkî wê dijminên we berê wan bixwin.
Ezê cejnên we bikim şîn, Hemû stranên we bizivirînim lavijên şînê. Wê çûx li her navtengê bê pêçan Û porê her serî bê kurkirin. Ezê wê rojê bikim şîna kurê yekta Û dawiya we bikim roja tehl.”
Wê xelaya diqeline, nexweşiya dadiqurtîne Û belaya dijwar bên ser wan. Ezê diranên cinawiran Û jehra marên di nav tozê de dişêlin Bi ser wan de bişînim.
Îcar mirov bi kelgermiyeke mezin hatin qelandin û çêr kirin navê wî Xwedayê ku desthilatiya wî li ser van belayan heye. Lê ji kirinên xwe yên xerab tobe nekirin û rûmet nedan wî.