Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 29:8 - Kurmanji Încîl

8 Çawa ku mirovê birçî Di xewnê de xwarinê dixwe Û çaxê hişyar be, hê birçî ye, Çawa ku mirovê tî Di xewnê de avê vedixwe Û çaxê hişyar be, hê ji tîbûnê helak dibe, Qelebalixa hemû miletan wê wiha be Ku li dijî Çiyayê Siyonê şer dikin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 29:8
10 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Hemû yên ku ji Sîyonê nefret dikin, Bila şerm bikin û bi şûn ve vegerin.


Ji bo yekî ku ji xewê hişyar dibe, xewn çi be, Çaxê tu jî hişyar bî, Ya Reb, Tê kêm bibînî, dîdara wan.


“Erê, hemû kesên li te hêrs dibin, Wê rezîl û riswa bibin. Wê kesên li dijî te Vala û tune bibin.


Tê li kesên li dijî te radibin bigerî, Lê tê wan nebînî. Wê kesên li dijî te şer dikin, Pûç û vala bibin.


Hesinkar amûrekî hildide Û di agirê komirê de çêdike. Ew bi çakûç şikil didê, Bi zendê xwe yê hêzdar çêdike. Birçî dibe, bêhêz dibe. Avê venexwe, diweste.


Tu çekeke ku li dijî te bê çêkirin Wê bi kêr neyê. Hemû zimanê ku di dadbarkirinê de li dijî te rabe Tê sûcdar derînî. Ev e mîrasa kesên ji Xudan re xulamiyê dikin, Rûspîtiya wan ji min e.” Ev e gotina Xudan.


Va ye, lingê mizgînvan ku aştiyê dide bihîstin, Li ser çiyê ye! Cihûdayîno! Cejnên xwe bikin, Sozên xwe yên ji Xwedê re pêk bînin. Çimkî wê careke din di nav we re zilamên xerab derbas nebin. Ew bi tevahî hatine birîn û avêtin.


Yê ku wêran dike li dijî te derket, Kelehê biparêze, hay ji rê hebe! Pişta xwe girê bide, tevahiya hêza xwe bide hev.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ