Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 29:7 - Kurmanji Încîl

7 Wê qelebalixa hemû miletan a li dijî Ariyêlê şer dikin, Hemû kesên li dijî wê û birca wê şer dikin Yên wê dixin tengasiyê, Wê wekî xewnê, Wekî dîtiniya şevê bin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 29:7
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wê wekî xewnekê bifirin û careke din neyên dîtin, Wê wekî dîtiniyeke şevê bên qewitandin.


Ji bo yekî ku ji xewê hişyar dibe, xewn çi be, Çaxê tu jî hişyar bî, Ya Reb, Tê kêm bibînî, dîdara wan.


Dema êvarê, va ye tirs û saw! Beriya ku bibe sibe, tune bûn. Ev e para kesên me talan dikin, Pişka kesên me bişelînin.


Milyaketê Xudan derket û ji artêşgeha Aşûrê sed û heştê û pênc hezar kes kuştin. Serê sibê tenê cendek hebûn.


Li ber wî hemû milet ne tiştek in, Ji aliyê wî ve ji pûçbûnê kêmtir Û vala tên hesibandin.


Va ye, lingê mizgînvan ku aştiyê dide bihîstin, Li ser çiyê ye! Cihûdayîno! Cejnên xwe bikin, Sozên xwe yên ji Xwedê re pêk bînin. Çimkî wê careke din di nav we re zilamên xerab derbas nebin. Ew bi tevahî hatine birîn û avêtin.


Yê ku wêran dike li dijî te derket, Kelehê biparêze, hay ji rê hebe! Pişta xwe girê bide, tevahiya hêza xwe bide hev.


Wê rojê ezê hemû miletan tune bikim ku rabûne û êrîşî Orşelîmê dikin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ