9 Wê rojê wê bêjin, “Va ye, Xwedayê me ev e! Em li benda wî man ku e rizgar bike. Xudanê me ev e ku em li benda wî man. Em bi rizgariya wî şa û kêfxweş bin.”
Wê kesên Xudan rizgar kirine vegerin, Wê bi stranan werin Siyonê. Wê şahiya herheyî li ser serê wan be. Wê bigihîjin kêf û şahiyê, Wê nalîn û keder bireve û here.
Wê her der bibe kulîlk, Wê şa be û bi kêf biqîre. Wê rûmeta Lubnanê, Rewnaqiya Karmel û Şaronê bê dayîn. Wê rûmeta Xudan, Rewnaqiya Xwedayê me bibînin.
Ya qasidê ku ji Siyonê re mizgîniyê tîne, Hilkişe çiyayê bilind! Ya qasidê ji Orşelîmê re mizgîniyê tîne, Dengê xwe bi hêzdarî bilind bike, netirse! Ji bajarên Cihûdayê re bibêjin: “Va ye Xwedayê we.”
Wê padîşah ji te re bavîtiyê, Şahbanû ji te re dadikiyê bikin. Wê deverû herin erdê û toza lingên te bialêsin. Wê gavê tê bizanibî ku Xudan ez im Û kesên li benda min dimînin Wê neyên şermezarkirin.”
Çimkî wê Xudan Siyonê teselî bike, Wê hemû wêraneyên wê teselî bike. Wê beriya wê bike wekî Êden, Wê berî û deştên wê bike wekî Bexçeyê Xudan. Wê li wê derê kêf û şahiyê, Spasî û dengê lavijan hebe.
Ezê bi Xudan gelek dilgeş bim, Wê canê min bi Xwedayê min şa be. Çimkî çawa ku zava tacegulê dide serê xwe Û bûk bi zînetên xwe tê xemilandin, Wî cilên rizgariyê li min kirin, Bi xiftanê rastiyê ez nixamtim.
Ya Siyona keç, gelek şa be! Ya Orşelîma keç, biqîre! Va ye padîşahê te ber bi te ve tê! Ew rast e û rizgar dike. Ew nefsbiçûk e û li kerê, Belê li dehşikê, li dehşikê kerê siwar dibe.