6 Wê Xudanê Karîndar ji bo hemû gelan, Li vî çiyayî ziyafeteke xwarinên dewlemendan bide. Wê ziyafeta ji şerabên kevin, Ji xwarinên dewlemendan ên bi rûn tije, Ji şerabên dawerivandî yên kevin bide.
Bi destê min bigire, birevîne! Bila padîşah min bibe odeyên xwe. Emê bi te re şa û kêfxweş bibin. Emê ji şerabê zêdetir, Hezkirina te bi bîr bînin. Heqê wan heye ji te hez bikin.
Ez ketim bexçeyê xwe, dotmama min, bûka delal! Min mûra xwe da hev bi biharata xwe, Min şana xwe, tevî hingivê xwe xwar. Min şeraba xwe, tevî şîrê xwe vexwar. Hevalno bixwin, vexwin! Ji hezkirinê kêfxweş bin, evîndarno!
Ezê wan bînim çiyayê xwe yê pîroz Û li mala xwe ya duayê şa bikim. Wê qurbanên wan ên şewitandinê û qurbanên wan ên din Li ser gorîgeha min bên qebûlkirin. Çimkî wê ji mala min re, Mala duayê bê gotin Ku ji bo hemû miletan e.”
Moav ji xortaniya xwe ve bêxem bû. Wekî şerabê, li ser ritama xwe ma, Ji ceran valayî cerên din nekirin. Ji ber ku neçû sirgûnê, Çêj ma û bêhna wê neguherî.”
Serwerî, berzî û padîşahî hat dayîn wî ku hemû gel, milet û ziman jê re xulamî bike. Serweriya wî serweriyeke herheyî ye û padîşahiya wî wê tu caran hilneweşe.”
Xudan wiha dibêje: ‘Ez vegeriyam Siyonê û ezê li Orşelîmê bi cih bibim. Wê ji Orşelîmê re Bajarê Dilsoz, ji çiyayê Xudanê Karîndar re Çiyayê Pîroz bê gotin.’
Hingê milyaket ji min re got: «Binivîse: ‹Xwezî bi wan ên ku ji bo ziyafeta daweta Berx hatine vexwendin!›» Û ji min re got: «Evên ha peyvên Xwedê yên rast in.»