4 Çimkî tu bûyî keleha belengazan, Keleha hejarên tengasiyê dikişîne. Gava hilma zilamên zordar Wekî taviya li dîwar dixe rabû, Tu li dijî taviyê bûyî sitargeh, Li dijî germê bûyî sî.
Wê bi edaletê belengazan dadbar bike, Ji bo bindestên welêt bi wekhevî biryarê bide. Wê bi gopalê devê xwe li dinyayê bixe, Bi hilma lêvên xwe xeraban bikuje.
Ew lava dikin û dibêjin: “Şîretan li me bike, Ji bo me biryarê bide. Bila wekî hênikahiya şevê, Di nava rojê de siya te li ser me be. Me qewitandiyan veşêre, Me filitiyan nede dest.
Wê her yekî ji wan Wekî dereke mirov xwe ji bayê vedişêre, Wekî sitara taviyê, Wekî coyên avê yên dera ziwa, Wekî siya zinarê bilind Li dera westayiyan be.
Lê Xudan wiha dibêje: “Wê dîlên destê mêrxas esse bên standin, Wê talanê zordar bê rizgarkirin. Kesê dijberiya te bike, ezê dijberiya wî bikim. Ezê zarokên te rizgar bikim.
Gava te kir hewar, Pûtên te dane hev, bila te rizgar bikin. Wê ba wan hemûyan hilîne, Wê hilmek wan bi xwe re bibe. Lê kesê xwe dispêre min, Wê welat ji xwe re bike milk Û çiyayê min ê pîroz mîras bistîne.
“Ya Xudan! Tu hêz û keleha min î, Di roja teng de cihê reva min î! Wê milet ji binê dinyayê, Werin ba te û bêjin: ‘Bav û kalên me tenê derew, tiştên pûç, Pûtên bi kêrî wan nehatin, mîras standin.’
Birayên min ên hezkirî, guhdar bin. Ma Xwedê belengazên li dinyayê nebijartine ku di baweriyê de dewlemend bin û bibin wêrisên wê padîşahiya ku wî soz daye wan ên ku ji wî hez dikin?