21 Çaxê Xudan rabe ku dinyayê bitirsîne, Wê mirov ji ber tirs û xofa Xudan, Ji ber rewnaqiya wî, Bikevin qelîştokên zinaran Û şikeftên zinarên bilindciyan.
Kevoka min a xwe di qelîştokên keviran de, Keviyên zinaran de vedişêre. Bejn û bala xwe nîşanî min bide, Dengê xwe bi min bide bihîstin, Çimkî dengê te şîrîn, Bejn û bala te xweşik e.
“Ezê gelek masîgiran bînim û wê wan bigirin.” Ev e gotina Xudan. “Piştre ezê gelek nêçîrvanan bînim û wê li ser her çiyayî, li ser her girî û di qelîştokên zinaran de nêçîra wan bikin.”
Wê bilindciyên perizînê yên Awenê xera bibin, Ew bû gunehê gelê Îsraêl. Wê li ser gorîgehên wan stirî û dirî şîn bibin. Wê ji çiyayan re bêjin: “Me veşêrin!” Wê ji giran re bêjin: “Bi ser me de bikevin!”