17 Wê pozbilindiya mirovan bê şikandin Û quretiya wan bê nizimkirin. Wê rojê wê tenê Xudan bilind be
Ew xwar bûn, dikevin; Em rabûn, ripîrast in.
«Bîhnfireh bin û bizanibin ku ez im Xwedê, Ezê bilind bibim li nav netewan, Bilind bibim li rûyê erdê!»
Xudanê ordiyan bi me re ye, Xwedayê Aqûb birca me ye.
Ezê dinyayê ji ber xerabiya wê, Xeraban ji ber neheqiya wan ceza bikim. Ezê dawiya pozbilindiya qureyan bînim, Ezê quretiya zordaran nizim bikim.
Wê çavên bilind bên nizimkirin, Pozbilindiya mirovan bê şikandin. Wê rojê wê tenê Xudan bê berzkirin.
Li dijî tevahiya gemiyên Tarşîşê Û wê li dijî tevahiya keştiyên xweş be.
Û wê pût bi tevahî ji holê rabin.
“Dîsa jî Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide. Dîsa jî radibe ku rehma xwe nîşanî we bide. Çimkî Xudan, Xwedayê edaletê ye. Xwezî bi her kesê ku li benda wî ye.”
Lê wê Xudanê Karîndar, Bi heqiyê berz bibe. Wê Xwedayê Pîroz bi edaletê, Pîroziya xwe nîşan bide.