15 Li dijî hemû bircên bilind, Li dijî hemû sûrên asê,
Çawa soberîvan destên xwe dirêj dike, Wê ew jî destê xwe li wir dirêj bike, Lê wê Xudan pozbilindiya wî, Bi hunera destê wî re nizim bike.
Wê Xudan bircên bilind ên sûrên te bişikêne, Wê heta erdê, heta axê nizim bike.
Di roja serjêkirina mezin a ku birc dikevin de, Wê li ser her çiyayê mezin Û li ser her girê bilind, Çem û lehî biherikin.
Roja borîlêxistin û qîrînên Li dijî bajarên bisûr Û li dijî bircên bilind e.