14 Li dijî tevahiya çiyayên bilind, Li dijî tevahiya girên mezin,
Ey çiyayên bilind, bo çi hûn awiran didin, Çiyayê ku Xwedê ji bo xwe bijartiye? Erê, wê Xudan her û her li wê derê rûnê.
Li dijî hemû bircên bilind, Li dijî hemû sûrên asê,
Di roja serjêkirina mezin a ku birc dikevin de, Wê li ser her çiyayê mezin Û li ser her girê bilind, Çem û lehî biherikin.
Wê her gelî bilind bibe, Wê her gir û çiya nizim bibe. Wê dera xwar rast bibe Û derên asê bibin deşt.
û her tiştê bilind ê ku li hember zanîna Xwedê radibe, hildiweşînin û her fikrê dikin hêsîr ku serî li ber Mesîh deyne.