8 Wê masîgir bikin axîn, Hemû kesên nîka xwe davêjin Nîlê Wê şînê bikin. Kesên tora xwe davêjin ser rûyê avê jî Wê perîşan bin.
û hemû masiyên di çêm de mirin. Bêhn kete çem û Misriyan nikaribûn ji ava çêm vexwin. Li seranserê welatê Misrê xwîn hebû.
Kildanî wan hemûyan bi şewkê derdixin. Bi torebenên xwe wan digirin, Bi torên xwe yên mezin berhev dikin. Ew şa û kêfxweş dibin.
Ma wê bi berdewamî torên xwe vala bikin? Ma wê bi bêrehmî hemû miletan tune bikin?
Masî, xiyar, zebeş, pirase, pîvaz û sîrên ku me li Misrê belaş dixwarin hatin bîra me.
û dibêjin: ‹Me ji bo we li bilûrê xist û hûn nereqisîn. Me avêt ser miriyan û we şîn negirt.›