20 Wê ev yek ji bo Xudanê Karîndar li welatê Misrê nîşan û şahid be. Gava gel ji ber zordarên xwe ji Xudan re bikin hewar, wê Xudan ji wan re rizgarkar bişîne. Wê parêzeriya wan bike û wan rizgar bike.
wê Padîşahê Aşûrê jî Misriyan wekî êsîran û Kûşiyan wekî sirgûnbûyî, ji ciwanan heta pîran, tazî, pêxwas û bi awayê qûntazî bide meşandin ku Misir şermezar bibe.
Lê niha gotina Xudan ev e: “Gelê min beredayî hilanîn û birin, Ma karê min li vir çi ye? Serwerên wan dikin zarîn, Hergav, tevahiya rojê navê min tê kêmkirin.” Ev e gotina Xudan.
Wê di şûna devî û diriyan de çam, Di şûna gezgezkê de dara mêrsînê şîn bibe. Wê ev yek ji bo Xudan bibe nav û deng, Bibe nîşaneke herheyî ku nayê avêtin.”