2 Dibêje: “Ezê Misriyan li dijî Misriyan rakim ser piyan. Wê bira li dijî bira, Cîran li dijî cîran, Bajar li dijî bajaran, Padîşahî li dijî xwe şer bike.
Wê Minaşşe Efrayîm, Efrayîm jî Minaşşe bixwe. Wê herdu bavêjin ser Cihûdayê. Lê dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Wê destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.
Ji ber xebera hûnê li welêt bibihîzin, Wêrekiya dilê xwe winda nekin, netirsin! Salekê xeberek tê, sala din xeberek din jî tê. Wê li welêt zordarî çêbe Û wê serwer li dijî serwer rabe.
Îsa bi fikrên wan dizanibû û ji wan re got: «Her padîşahiya ku di nav wê de dubendî hebe wêran dibe û her bajar an mala ku di nav wê de dubendî hebe, namîne.
Gava sê sed kes li boriyan dixistin, Xudan kir ku hemû kesên artêşgehê bi şûr êrîşî hev bikin. Artêşa wan ber bi aliyê Serêrayê ve heta Bêtşîttayê û sînorê Avêl-Meholaya nêzîkî Tabbatê reviya.