17 Wê welatê Cihûda ji bo Misrê bibe tirs û xof. Ji ber niyeta Xudanê Karîndar ê li dijî wan, her kesê ku navê wî bibihîze wê bikeve sawê.
Xudanê Karîndar sond xwar û got: “Ez çawa fikirîbim wê wisa be, Min çawa pîlan kiribe wê pêk bê.
Di çardeh saliya padîşahiya Hîzqiyayê Padîşah de Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê li dijî hemû bajarên bisûr ên Cihûdayê derket û ew standin.
Herwiha Padîşahê Misrê Firewn, xulam, serek û hemû gelê wî,
Hemû yên ku li dinyayê dijîn ne tiştek in. Ew her çi bixwaze bi hêzên ezmanî Û bi yên ku li dinyayê dijîn dike. Tu kesê ku bi destê wî bigire Û jê re bêje: ‘Tu çi dikî?’ tuneye.