Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 18:7 - Kurmanji Încîl

7 Wî çaxî wê miletekî bejindirêj û çermhilû diyariyan ji Xudanê Karîndar re bîne. Ew milet hêzdar e, dûr û nêzîk jê ditirsin. Ew di bin lingan de diperçiqîne û welatê wî çeman ji hev vediqetîne. Ev milet wê ji wir diyariyan bîne Çiyayê Siyonê, dera navê Xudanê Karîndar tê de ye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 18:7
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ey padîşahiyên erdê, ji Xwedê re lavijan bêjin, Bi lavijan pesnê Reb bidin,


Ji serwerê welêt re berxan bişînin, Ji Selayê, di riya beriyê re, Ji Çiyayê Siyona keç re bişînin.


Welatê bi kelekên ji zilan hatiye çêkirin Û di Nîlê re qasidan dişîne. Ya qasidên bi lez û bez! Herin ba miletekî bejindirêj û çermhilû, Ba wî gelê ku dûr û nêzîk jê ditirsin, Miletekî gelekî hêzdar ku di bin lingan de diperçiqîne Û welatê wî, çeman ji hev vediqetîne.


Çimkî Xudan ji min re wiha got: “Wekî tava zelal di ronahiya rojê de, Mîna ewrê xunavê di germa dema palehiyê de, Ezê bi bêdengî ji cihê xwe mêze bikim.”


Xudan wiha dibêje: “Wê keda Misrê, bazirganiya Kûşê Û Sevayiyên bejindirêj, Derbasî ba te bibe û bibe ya te. Wê ew zilam li pey te werin. Di nav zincîran re derbas bibin Û li ber te deverû herin erdê. Wê ji te re lava bikin û bêjin: ‘Xwedayê rast bi te re ye Û ji xeynî wî Xwedê tuneye.’”


Xwedê dibêje: “Ya Siyona keç! Rabe gêre bike! Çimkî ezê qiloçên te bikim hesin Û simên te bikim tûnc. Tê pir miletan hûr hûr bikî. Û tevahiya qezenca zordariyê bidî Xudan. Tê dewlemendiya wan bidî Rebê tevahiya dinyayê.


Erjeng û tirsdar in, Rê û rêbazên xwe ew çêdikin, Li pey navê xwe ne.


Ji aliyê din ê çemên Kûşê, Wê kesên diperizin min. Gelê min ê belavbûyî, Pêşkêşiyan ji min re bînin.


Ji rojhilat heta rojava wê navê min li nav miletan mezin be! Wê li her derî li ser navê min bixûr were pêxistin û diyariyên paqij werin pêşkêşkirin. Çimkî wê navê min li nav miletan mezin be!” Xudanê Karîndar dibêje.


Ew ketin malê û zarok bi diya wî Meryemê re dîtin, çûn ser çokan û perizîn wî. Sindoqa xwe ya xezînê vekirin û diyariyên ji zêr, cewîşêrîn û murê pêşkêşî wî kirin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ