Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 18:6 - Kurmanji Încîl

6 Wê hemûyan ji teyrên dirinde yên çiyayan Û heywanên erdê re bihêle. Wê teyrên dirinde li ser wan havînê biborînin Û hemû heywanên erdê li ser wan zivistanê derbas bikin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 18:6
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Lê tu wek çiqlekî kirêt, Ji gora xwe hatî avêtin. Kuştî ser te dinixêmin Ku bi şûr birîndar bûne Û heta kevirên binê çala mirinê ketine. Tu bûyî wekî cendekê Di bin lingan de tê perçiqandin.


Va ye welatê Kildaniyan! Ew gel êdî tuneye. Aşûrê ew ji heywanên çolê re hiştin. Aşûr bircên xwe ava kirin, Qesrên wan hilweşandin, Wê ew wêran kirin.


Yê ku ji rojhilat gazî teyrê dirinde, Ji welatê dûr gazî zilamê ku Pîlana min pêk bîne dike, ez im. Erê, min got û ezê bînim cih, Min şîret kir, ezê wê çêkim.


Ya hemû heywanên çolê, Ya hemû heywanên daristanan werin bixwin!


Gotina Xudan ev e: “Ezê çar cure bela bînim serê wan; ji bo kuştinê şûr, ji bo kişkişandinê se, ji bo xwarin û xerakirinê teyrên ezmanan û heywanên çolê.


“Wê bi nexweşiyên mirinê bimirin û wê tu kes şîna wan neke. Wê neyên veşartin û li ser axê bibin zibil. Wê bi şûr û xelayê biqedin. Wê cendekên wan ji teyrên ezmanan û heywanên çolê re bibin xurek.”


Wê cendekên vî gelî ji teyrên ezmanan û heywanên çolê re bibin xurek û wê tu kes wan nelerizîne.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ