4 Çimkî Xudan ji min re wiha got: “Wekî tava zelal di ronahiya rojê de, Mîna ewrê xunavê di germa dema palehiyê de, Ezê bi bêdengî ji cihê xwe mêze bikim.”
Wî çaxî wê miletekî bejindirêj û çermhilû diyariyan ji Xudanê Karîndar re bîne. Ew milet hêzdar e, dûr û nêzîk jê ditirsin. Ew di bin lingan de diperçiqîne û welatê wî çeman ji hev vediqetîne. Ev milet wê ji wir diyariyan bîne Çiyayê Siyonê, dera navê Xudanê Karîndar tê de ye.
Lê wê miriyên te vejin, Wê bedenên wan rabin. Kesên di nav tozê de dijîn, Şiyar bin û bi kêf biqîrin! Çimkî xunava te xunava ronahiyê ye Û wê dinya miriyên xwe bîne jiyanê.
Çimkî, va ye Xudan ji cihê xwe dertê. Wê ji ber neheqiyên wan, Şêniyên dinyayê ceza bike. Wê dinya xwîna li ser xwe derxe meydanê, Wê kuştiyan êdî veneşêre.
Çimkî Yê berz û bilind, yê ku her û her heye û navê wî pîroz e, wiha dibêje: “Ez hem li dera bilind û pîroz rûdinim Û hem jî bi kesên şikestî û nefsbiçûk re me. Ez ruhê nefsbiçûkan Û dilşikestiyan nû bikim.