8 Wê berê xwe nedin gorîgehên ku bi destên xwe çêkirine. Wê li yê ku tiliyên wan çêkiriye nenêrin. Wê ne li pûtên Aşêrayê û ne jî li gorîgehên bixûrê binêrin.
Loma wê sûcê Aqûb bi vê bê bexişandin, Wê tevahiya berê rakirina gunehên wan wiha pêk bê: Wê hemû kevirên gorîgehê, Wekî kilsa kutayî biperçiqîne. Êdî wê ne pûtekî Aşêrayê Ne jî gorîgehên bixûrê li ser piyan bimînin.
Wî çaxî hûnê pûtên xwe yên bi zîvê kiraskirî Û pûtên xwe yên bi zêr rijandî Qirêj û mirdar bikin. Hûnê wan wekî tiştekî pîs bavêjin Û ji wan re bêjin: ‘Biqeşitin!’
Ew ji bo mirovan bi kêrî agirpêxistinê tê. Mirov ji wê distîne û germ dibe. Ew wê pêdixe û nan dipêje. Paşê îlahekî çêdike û diperizê! Dike pûtek û li berê deverû diçe erdê!
“Ezê mirov û heywanan rakim, Ezê teyrên ezmanan û masiyên deryayan, Zilamên xerab û dafikên wan ên gunehan rakim. Ezê ji ser rûyê erdê mirovan helak bikim.” Ev e gotina Xudan.
Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Wê rojê ezê ji welêt navê pûtan rakim. Wê careke din navê wan neyê bibîranîn. Ezê pêxemberên derewîn û ruhê qirêjî ji welêt dûr bixim.
Lê ya ku hûnê ji wan re bikin ev e: Hûnê gorîgehên wan hilweşînin, kevirbelan perçe bikin, pûtên wan ên Aşêrayê bidin ber biviran û pûtên wan bişewitînin.