6 Wê tenê jibermayî bimînin. Çawa ku darzeytûn hatibe daweşandin, Wê li ser guliyên jorîn du sê heb bimînin, Wekî li ser çiqlên dara fêkiyê, Çar pênc lib bimînin. Ev e gotina Xwedayê Îsraêl Xudan.
“Heke diz an talankar bi şev bihatana pêşiya te, Wê tenê bi têra xwe bibirana? Heke kesên tirî diçinin, biketana rezê te, Wê çend weşî ji te re bihiştana? Xerakirina mezin li benda te ye!
Wey li min! Ez bûm wekî kesê piştî berhevkirina fêkiyên havînê Û piştî çinîn û efarekirina tirî, gûşiyek jî nabîne. Hejîrên beriya havînê neman ku dilê min diçê!