13 Netewe wekî ava rabûyî bixumin jî, Gava Xwedê erzê wan bişikêne wê dûr birevin. Wekî hûrika kaya çiyan Li ber bayê bikevin, Wekî toza gêrbûyî Li ber babelîskê bipengizin.
Ezê li welatê xwe Aşûriyan bişikênim, Li çiyayên xwe wan di bin lingan de biperçiqînim. Wê nîrê wan ji ser gelê min rabe, Barê wan ji ser pişta wan rabe.
Te dîsa dîsa bizivirîne Û wek gogê bavêje diyarekî fireh. Li wê derê, tê bimirî, Li wê derê, wê erebeyên te yên birûmet bimînin. Tê şerma mala xweyê xwe bî.
Wê rojê wê Xudan Bi şûrê xwe yê dijwar, mezin û hêzdar, Livyetanê marê ku zû direve, Livyetanê marê ku fetlometlo diçe, ceza bike. Wê ejderhayê li deryayê bikuje.
Ew çawa têne çikandin, Çawa têne reşandin, Çawa qurmê wan bi erdê ve kok vedide, Hilma wî di ser wan re derbas dibe û ziwa dibin. Bager jî wekî pûşê wan bi xwe re dibe.
ez Reb, ezê ava Çemê Feratê ya hêzdar, tevî hemû rûmeta wî, Padîşahê Aşûrê bi ser wan de bişînim. Wê bibe lehî û hemû coyê avê û keviyên wan di bin avê de bihêle.
Hesin, gil, tûnc, zêr û zîv bi hev re perçe bûn. Wekî hûrikên kaya bênderê hûr bûn û bayê ew bi xwe re birin. Herçî kevirê li peyker ket, bû çiyayekî mezin û tevahiya rûyê erdê tije kir.
Loma wê bibin mîna mija serê sibê, Mîna xunava zû radibe û diçe. Wê bibe wekî hûrika kaya li bênderê ku bi bagerê re radibe Û dûyê ji kulekê hildifûre.
Beriya ku ferman rabe Û roj wek hûrika kayê derbas bibe, Beriya ku hêrsa dijwar a Xudan bi ser we de were Û beriya ku hêrsa roja Xudan bi ser we de were, bicivin!