11 Roja tu wan datînî ew zîl didin Û dotira rojê dikarin bûtik bidin. Lê di roja nexweşî û êşa bêderman de, Wê ber wêran bibe.
Bi qasî ez dibînim, kesên xerabiyê dajon Û tovê derdan direşînin, wisa jî hiltînin.
Serê sibê kulîlk dide û mezin dibe, Êvarê diçilmise û ziwa dibe.
Çawa ku pale dexil dide hev, Çawa ku bi destê xwe simbilan bidirû, Çawa ku li Deşta Refayiyan zilamek simbilan bidirû, Wê wisa be.
Pêxember bi derewan pêxemberiyê dikin Û kahin li gorî fikrên xwe serweriyê dikin. Gelê min jî, ji vê yekê hez dike, Lê di dawiyê de hûnê çi bikin?
Ji ber ku ew bayê diçînin, Wê bagerê hilînin. Genimê bêsimbil nabe arvan; Bibe jî wê xerîb daqurtînin.
Li Efrayîm hat xistin. Koka wan ziwa bû, Wê êdî ber nedin. Heke ew zarokan bînin dinyayê jî, Ezê berê zikê wan ê delal bikujim.”
Tov di bin terkên erdê de riziyan, Embar wêran bûn û kulîn hilweşiyan, Çimkî dexil nema.
Wê hêza we beredayî here, wê welatê we ber, darên we fêkî nedin.
Lê tu bi rikdarî û dilê xwe yê bêtobe ji bo Roja Xezebê li hember xwe xezebê dicivînî. Ewê wê rojê, dîwana Xwedê ya dadperwer xuya bibe.
Tê rezan deynî û bikezixînî, lê tê ne şerabê vexwî, ne jî tirî berhev bikî. Çimkî wê kurm lê bixe.