4 Bila qewitandiyên Moavê li ba te bimînin, Sitara me ji wî kesî bike ku xera dike.” Gava zordar neman û xerakirin sekinî, Gava kesên bi lingên xwe diperçiqînin ji welêt rabûn,
Wey li te ku xera dike, Li te ku nehatiye xerakirin. Bêbexto, bêbextî li te nehat kirin! Dema tu dev ji xerakirinê berdî, Tê jî bêyî xerakirin. Gava tu bêbextiya xwe xilas bikî, Wê bêbextî li te jî bê kirin.
Ezê kesên li te zordariyê dikin, Goştê wan bi wan bidim xwarin. Çawa ku şeraba şîrîn vexwaribin, Wê bi xwîna xwe serxweş bibin. Wê hemû beşer bizanibin Ku Xudanê tu rizgar kiriye ez im. Rizgarkarê te, Hêzdarê Aqûb ez im.”
Xudanê Afirînerê te ezmanan tikandiye Û bingeha dinyayê daniye, te ji bîr kir. Her roj, erê hergav Tu ji ber xezeba zordar ditirsî Ku ji bo wêrankirinê xwe amade dike ditirsî. Lê ka xezeba zordar li ku ye?
Ma bi birçiyan re parîkirina nên, Li mala xwe hewandina bindestên bêmal, Cilûbergkirina kesên tazî ku hûn dibînin Û bi merivên xwe re alîkarîkirin ne ev e?
Ya Mala Dawid, Xudan wiha dibêje: “‘Her sibe edaletê pêk bînin, Kesê hatiye şelandin ji destê zordaran rizgar bikin. Yan na, ji ber xerabiya karên we Wê xezeba min wekî êgir rabe û bişewitîne. Wê kesê bitefîne tunebe.
Gava hemû Cihûdayiyên ku li Moav, Emmon, Edom û welatên din rûdiniştin bihîst ku Padîşahê Babîlê li Cihûdayê hinek kesên gel sax hiştine û Gedalyayê kurê Ahîqamê kurê Şafan kir waliyê wan,
Wê bibin mîna mêrxasên di şer de Ku dijminên xwe di nav heriya kuçeyan de diperçiqînin. Ji ber ku Xudan bi wan re ye, Wê şer bikin û siwaran şermezar bikin.
Ezê li derdora Mala xwe artêşgehekê deynim Û bibim nobedar ku kesek neçe û neyê. Wê zordarek careke din li ser gelê min derbas nebe, Çimkî êdî çavê min nobedar e.