3 Ew lava dikin û dibêjin: “Şîretan li me bike, Ji bo me biryarê bide. Bila wekî hênikahiya şevê, Di nava rojê de siya te li ser me be. Me qewitandiyan veşêre, Me filitiyan nede dest.
Çimkî tu bûyî keleha belengazan, Keleha hejarên tengasiyê dikişîne. Gava hilma zilamên zordar Wekî taviya li dîwar dixe rabû, Tu li dijî taviyê bûyî sitargeh, Li dijî germê bûyî sî.
Wê her yekî ji wan Wekî dereke mirov xwe ji bayê vedişêre, Wekî sitara taviyê, Wekî coyên avê yên dera ziwa, Wekî siya zinarê bilind Li dera westayiyan be.
Ma bi birçiyan re parîkirina nên, Li mala xwe hewandina bindestên bêmal, Cilûbergkirina kesên tazî ku hûn dibînin Û bi merivên xwe re alîkarîkirin ne ev e?
Çimkî wê zarokek ji me re çêbe, Wê kurek ji me re bê dayîn. Wê serwerî li ser milê wî be. Wê navê wî Şêwirmendê Nûwazekar, Xwedayê Karîndar, Bavê Herheyiyê, Mîrê Aştiyê be.
Ya Mala Dawid, Xudan wiha dibêje: “‘Her sibe edaletê pêk bînin, Kesê hatiye şelandin ji destê zordaran rizgar bikin. Yan na, ji ber xerabiya karên we Wê xezeba min wekî êgir rabe û bişewitîne. Wê kesê bitefîne tunebe.
Xudan wiha dibêje: Bi edalet û rastiyê tevbigerin. Kesê hatiye şelandin ji destê zordar rizgar bikin. Li xerîb, sêwî û jinebiyan neheqî û zordariyê nekin. Li vê derê xwîna bêsûcan nerijînin.
Padîşahê min, bila şîreta min ji bo te xweş be: Bi kirinên rast, gunehên xwe û bi alîkariya ketiyan, xerabiyên xwe bişikêne û dev ji wan berde. Bi vî awayî belkî rihetiya te bê dirêjkirin.”
“Dirîreşkê ji daran re got: ‘Heke hûn bi rastî min wekî padîşah kifş dikin, werin xwe bispêrin siya min. An na, bila agir ji dirîreşkê derkeve, darên sedrê yên Lubnanê daqurtîne.’