Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 14:31 - Kurmanji Încîl

31 De bizare dergeho! De biqîre bajaro! Filîstîno, hûn tev bihelin! Çimkî ji bakur dû bilind dibe Û di nav leşkerên wir de serberdayî tuneye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 14:31
13 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bikin zarîn! Çimkî roja Xudan nêzîk e. Wê ew roj ji Yê Karîndar, Wekî hilweşînekê bê.


“Gelî Filîstîno! Ji ber darê li we dixist şikest Qet şa nebin! Çimkî ji koka mar, Wê koremar derkeve. Rawê wî jî tîremar be.


Loma wê Moavî bikin zarîn, Wê hemû ji xwe re bikin zarîn. Wê ji bo bastîqên tirî yên Qîr-Herasetê, Bi hewareke şewat şînê bikin.


Di sala serfermandarê ku ji aliyê Sargonê Padîşahê Aşûrê ve hatibû şandin û li dijî Aşdodê şer kir û stand de,


Bajar wêrane bû, Dergeh bi lêxistinê hilweşiyan.


Wê rojê wê li welatê Cihûda ev stran bê gotin: Bajarekî me yê hêzdar heye. Bi sûr û dîwarên wî Xwedê rizgariyê tîne.


Wê dergehên bajêr bikin axîn û şînê bikin, Perîşan bimînin û li ser axê rûnin.


Di nivîsa Xudan de lê bigerin bixwînin û lê bikolin. Wê tu tiştek ji van kêm nemîne, Wê hemû heywan nêr û mê cot bibin. Çimkî devê Xudan emir kir, Ruhê wî ew civandin.


“Ezê li pêşiya te herim Û çiyayan rast bikim. Ezê deriyên tûncîn bişikênim Û zirzeyên hesin jê bikim.


Xudan ji min re got: “Wê bela ji bakur, Bi ser hemû şêniyên welêt ve biherike.


Xudan wiha dibêje: “Va ye av ji bakur bilind dibe, Wê bibe lehiya ku dide ber xwe û dibe! Wê bi ser welêt û her tiştê tê de, Bi ser bajêr û şêniyên wî de were. Wê mirov bikin hewar, Wê hemû şêniyên welêt bizarin.


Çimkî ew roj tê. Roja xerabûna hemû Filîstiyan Û helaka hemû alîgirên Sûr û Saydayê yên saxmayî, tê. Çimkî Xudan Filîstiyan xera dike Ku bermayiyên Girava Kaftorê ne.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ