25 Ezê li welatê xwe Aşûriyan bişikênim, Li çiyayên xwe wan di bin lingan de biperçiqînim. Wê nîrê wan ji ser gelê min rabe, Barê wan ji ser pişta wan rabe.
Wey li te ku xera dike, Li te ku nehatiye xerakirin. Bêbexto, bêbextî li te nehat kirin! Dema tu dev ji xerakirinê berdî, Tê jî bêyî xerakirin. Gava tu bêbextiya xwe xilas bikî, Wê bêbextî li te jî bê kirin.
Wê welatê Aşûrê bi şûr Û welatê Nemrûd bi şûrên tazî şivantiyê bikin. Heke Aşûrî derbasî sînorê me bibin û pê li welatê me jî bikin, Wê ev rêber me rizgar bikin.
Wê ji deryaya tengasiyê derbas bibin, Lê wê pêlên deryayê bitepisin. Wê tevahiya kûrahiyên Nîlê ziwa bibin. Wê quretiya Aşûrê bê nizimkirin, Wê gopalê ji destê Misrê bê standin.