22 Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Ezê bi ser wan ve herim. Ezê ji Babîlê, navê wan, kesên saxmayî, hemû binemal û ziriyetan ji holê rakim.” Ev e gotina Xudan.
“‘Ji ber vê yekê, ezê belayan bînim serê Mala Yarovam û li Îsraêlê çi ciwan çi jî kal ezê her mêrê Yarovamî tune bikim. Çawa ku kesek zibil dişewitîne ezê Mala Yarovam bişewitînim û ji holê rakim.
Xudanê rizgarkarê we, Pîrozê Îsraêl wiha dibêje: “Ji bo xatirê we Ezê artêşekê bişînim Babîlê û birevînim. Ezê hemû Kildaniyan nizim bikim Ku bi gemiyên xwe qure ne.
Nînewa! Xudan fermana te daye! “Wê li ser navê te tu ziriyet ranebe. Ezê ji mala îlahên te pûtên te yên rijandî rakim û bavêjim. Ezê gora te çêkim, çimkî tu hatî nizimkirin.”